歌词
ÎŞTAR
Îştar
Cîhan bi te rengîn bû
Pêl bi pêl şîndibû
Mirov perçekê ji xweza
Her tişt paxişbû
Komelên ciwakên
Bi rengên xwe dijîn
Dema jin pêşeng bû
Li cîhanê aşitî hebû
Îştar Îştar
Nehiştin ji tera sitar
Dizîn agire te
Tevizandin tev jiyan
Penc hezar sale
Jîn istendi ji jinê
Bi navê mêr bûnê
Qirej kirin cîhanê
Jin ê kirin meta
Difroşin li bazarê
Direwa herî mezin
Eşq û evîna mêr ê
Qêrîna îştar li her dere cîhanê
Nefetisî, dilop dilop
Mezin bû gihîşt îro
Îştara hemdem Zîlan
Deng da tevahî cîhanê
Têdikoşin bi hezaran
Jinên Star li Zagrosan…
Îştar Îştar
Tu dijî li Zagrosan
Ronahî didî cîhan
Buyê pêşenge civakan
专辑信息
1.Îştar